Ev zêdetirî 50 rojin boykota mamosteyan li dijî nedana mûçeyan li piraniya bajar û navçeyên Başûrê Kurdistanê didome.
Xwendekarên dibistanan yên navçeya Koye jî piştgirî dan daxwazên mamosteyan û gotin:
“Divê hikûmet mafên darayî yên mamosteyan bide.”
Boykot bandorek nerênî li ser xwendinê kiriye.
Xwendekarên navçeya Koyê li ser boykot û bandorên wê li xwendinê wiha axivîn:
“Em wek xwendekarên refa 12 ya amadeyî ji rewşa heyî pir bi fikarin, ji ber ku em nizanin wê çarenûsa xwendina me ya îsal wê çawa be.”
Xwendekarên Başûrê Kurdistan: Divê mafê mamosteyan bê dayîn
Xwendekaran daxwaz ji hikûmetê kirin ku mûçeyên mamosteyan bidin û gotin:
“Em daxwaz ji hikûmetê dikin di zûtirîn dem de mafên mamosta û karmendan bide.
Ger muçeyê wan neyê dayîn dê bandor li xwendina me û jiyana rojane jî bike.”
Rêvebera Perwerdeya Koye Şehên Osman diyar kir ku ger rewş wiha dewam bike, metirsî li ser xwendina giştî ya li sinorê Silêmanî û Koye heye.