HPG’ê 3 nasnameya gerîlayên ku 23’ê Mijdara 2021’an li herêma Garzanê şehîd bûn, eşkere kir.
HPG soz da ku bîranînên wan di têkoşîna xwe de bidin jiyîn û got;
Hevreyên me bi baweriya xwe ya serkeftinê ji gelê me re bûn çavkaniya hêviyê.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê nasnameya 3 gerîlayên şehîd eşkere kir.
HPG ragihand ku hevrêyê wan Şoreş, Tolhildan û Serhildan 23’ê Mijdara 2021’an li herêma Garzanê yê Bakurê Kurdistanê şehîd bûne û ew bi bîr anîn.
Li ser jiyan û têkoşeriya hersê cangoriyan HPG’ê ev tişt anî ziman:
Hevrê Şoreş, Tolhildan û Serhildan, weke mîlîtanên fedakar ên demên zehmet cihê xwe di dîroka me ya têkoşînê de girtin.
Hevrêyên me yên hêja pîvanên milîtaniya PKK’ê kirin taybetmendiya bingehîn a kesayetiyê.
HPG: Bi baweriya serkeftinê ji gelê me re bûn çavkaniya hêviyê
HPG diyar kir hevrêyan wan bi pratîka xwe li Garzanê derbên mezin li pergala qirker a Tirk xistin û got:
Hevreyan baweriya xwe ya serkeftinê her roj bilind kirin û ji gelê me re bûn çavkaniya hêviyê.
HPG: Em ê bîranînên wan di têkoşîna xwe de bidin jiyîn
Di serî de ji malbatên şehîdan re HPG’ê sersaxî ji gelê welatparêz yê Kurdistanê re xwest û soza xwedîderketina li bîranînên şehîdan da.
Nasnameya şehîdan wiha ne:
Nasnav: Şoreş Ronî
Nav û Paşnav: Erhan Mîngsar
Cihê Jidayikbûnê: Qers
Navê Dayik: Zelîhan
Navê Bav: Îsmet
Cih û dîroka şehadetê: 23 Mijdar 2021, Garzan
Nasnav: Tolhildan Hîzan
Nav û Paşnav: Mahsum Yilmaz
Cihê Jidayikbûnê: Bedlîs
Navê Dayik: Şehnaz
Navê Bav: Abdulkerîm
Cih û Dîroka Şehadetê: 23 Mijdar 2021, Garzan
Nasnav: Serhildan Garzan
Nav û Paşnav: Vedat Aydin
Cihê Jidayikbûnê: Bedlîs
Navê Dayik: Leman
Navê Bav: Mehmet Emîn
Cih û Dîroka Şehadetê: 23 Mijdar 2021, Garzan