Beşar El-esed: Lihevkirina di navbera Rûsya û Tirkiyê de demkî ye

Serokê rejîma Sûrî Beşar El-Esed ragihand ku eger dewleta Tirk dagirkeriya xwe li Sûriyê bi dawî neke, wê demê ew neçar in ku bi rêbaza şer wê ji xaka Sûrî derxin û got:
Di navbera artêşa Tirk û yên li Idlibê dimînin de, ti ferq û cudahî tune ye.
Esedê ku rêveberiya xweser ji bo xwe weke gefekê dibîne jî got:
Piştî hêzên leşkerî herêma bakurê Sûrî kontirolkir ew ê dest deynîn ser rêveberiyên herêman.

Serokê rejîma Sûrî Beşar El Esed li ser rewşa dawî ya li Sûrî bi bernameyeke tabyet a televizyonên Sûriya û Sûriya Exbariyê axivî.

Beşar El-Esed lihevkirina Sûçiyê ya di navbera Rûsya û dewleta Tirk de weke demkî bi nav kir û got:

Armanc ji vê lihevkirin wê zemînê rizgarkirina vê herêmê ava bike.

El-Esed bal kişand ser dagirkeriya dewleta Tirk û diyar kir ku eger dewleta tirk ji tevahî xaka Sûriyê dernekeve wê demê ji bo wê derxînîn wê rêbaza şer bi kar bînin.

BEŞAR EL-ESED: ARTÊŞA TIRK Û YÊN LI IDLIBÊ ŞER DIKIN, YEK IN

Serokê rejîma Sûrî tekez kir ku komên çete yên ku li Idlibê şer dikin, ti cudahiya wan ji artêşa dewleta Tirk nînin û bervajî wê, li ber dilê Erdogan ên Idlibê ji artêşa Tirk delaltir in.

BEŞAR EL-ESED: EM Û KURDAN DIKARIN BI AŞTÎ BI HEV RE BIJÎN

Beşar El Esed di nava axaftina xwe de bal kişand ser lihevkirina di navbera QSD’ê û Artêşa Sûriyê de û ragihand ku ji bo êrîşên dewleta tirk a dagirker li ser herêmê bi dawî bibin, lihevkirina di navbera artêşa Sûrî û QSD’ê de çêbû.

Niha hêza me gihişt piraniya herêman, lê ne bi temamî, hin astengî derdikevin.

El Esed di nava gotinên xwe de diyar kir ku daxwaza xwe ya sereke kontrolkirina gitşî ya herêmê ye û got:

Piştî ku hêzên me li bakurê Sûrî hemû xistin destê xwe, vê carê emê dest dênin ser rêveberiya herêman.

Serokê rejîma Sûrî armanca xwe ya sereke ya ji bo QSD’ê jî da zanîn û daxuyakirin ku ew yekser ji QSD’ê naxwazin ku çekên xwe deyînin, lê belê ev yek wê di çarçoveya siyasetek wan ya eqilane de pêk were.

Esed her weha diyar kir ku li dijî kesên ku dixwazin sûriyê parçe bikin û dewletek kurdî ava bikin mafê Sûriyê ye ku yekparabûna xaka sûriyê biparêzin.

Esad, tevî van tewanbariyên li dijî QSD’ê û rêveberiya Kurd, xala ku çawa rejîm gelên Sûrî di nav destê çeteyan de hiştiye û piştî vê yekê QSD’ê gel ji qirkirinên çeteyan parastiye ji nedîtî ve hat.

Leave a Reply

Back to top button