Ji berpirsên Îstîxbarata Leşkerî ya Iraqê Saad El Allaq diyar kir ku serçeteyên DAÎŞ’ê li Tirkiyê bi cih bûne û amadekariya êrişan dikin.
Seat Elaq ji televîzyona CNN’ê re axivî û diyar kir ku serçeteyên ku bi navên “emîr” têne naskirin, niha li kampên Tirkiyê ne û dikarin şaneyên nû li Tirkiyê ava bikin û pereyan bi dest bixin.
Elaq da xuyakirin ku îsal di demên derbasbûyî de komeke DAIŞ’ê ji Baxozê ya li Rojhilatê Sûriyê reviya û niha li bajarê Dîlok’ê ne.
Her wiha piştrast kir ku serçete niha li Tirkiyê ne û di perwerdekirina terorîstan de roleke sereke dilîzin.
Berpirsê Îstixbareta leşkerî balkişand ser daxuyaniya çeteyan ê di demên dawiyê de û wiha got:
Daxuyaniyên dawî yên çeteyan nîşan dide ku plan dikin ji girtîgehên Iraqê û Sûriyê birevin.
Saad Elaq bang li dewletên cîhanê kir ku li dijî vê hevkariyê helwestekê nîşan bidin û di zutirîn demî de ji bo çeteyên girtî jî çareseriyekê bibînin.