Aldar Xelîl: Encamên Civîna Komîteyê wê ne li gorî berjewendiyên gelên Sûrî bin

Endamê Desteya Rêveber a TEV-DEM’ê Aldar Xelîl jî diyar kir ku ji bo biserketina xebatên Komîteya Destûrî, divê gelê Sûrî bi giştî cihê xwe tê de bigirin û bêyî vê yekê Komîteya Destûrî bi ser nakeve.

Aldar Xelîl li ser hisabê xwe yê Tiwetterê weha got:

Divê gel û xaka Sûrî bi giştî cihê xwe di komîteya Destûrî de bigirin.

Ti derfetên biserketina vê komîteyê nînin, eger encam derkevin jî, wê ne li gorî berjewendiyên gelên Sûrî bin.

25’ê Mijdara borî, gera duyem a xebatên Komîteya Destûrî ya Sûrî li Cinêvê dest pê kiribûn.

Bêyî ku aliyên beşdar ti civînekê li dar bixin, NY binketina gera duyem ragihandin û teqez kir ku aliyên beşdar negihaştin ti lihevkirinekê.

Leave a Reply

Back to top button