HPG’ê ragihan ku, li Heftanînê di çalakiya gerîla de 2 leşkerên dewleta Tirk hatin kuştin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê der barê çalakiya li Heftanînê daxuyaniyek nivîskî weşand.
HPG’ê diyar kir ku wan di çarçoveya pêngava Cenga Heftanînê de 5’ê Kanûnê li dijî artêşa Tirk a dagirker çalakiyek li Girê Konfransê ya mezin pêk anîn.
HPG’ê di daxuyaniya xwe de ev agahî parve kir:
Di encamê de 2 leşker hatin kuştin û derb li kepçeyekê hate xistin.
Piştî çalakiyê hêzên dagirker bi çekên giran li derdorê gule reşandin.
HPG’ê dazanîn ku Yekîneya wan piştî çalakiyê bi awayekî serketî li baregehên xwe vegeriya.