2 hezar xwepêşandêrên Rojhilat hatîn girtin

Piştî xwepêşandanên meha derbasbûyî, nasnameya zêdetir 2 hezar girtiyên ji rojhilatê Kurdistanê hat eşkerekirin.

Malpera Hengaw a Mafên Mirovan navên girtiyên xwepêşandanên meha derbasbûyî li Rojhilatê Kurdistanê eşkere kir.

Malperê diyar kir ku heta niha zêdetir 2 hezar xwepêşander ji bajarên Rojhilatê Kurdistanê hatine girtin.

Her wiha malperê dazanîn ku heta niha oparasyonên serdegirtina malan dewam dike dewame heta niha çarenivîsa gelek girtiyan nediyar e.

Li dijî birîyara zêdekirina nirxê sotemeniyê ji 15 Mijdarê ve xwepêşandan li piranîya bajarên Îranê û Rojhelata Kurdistanê despêkir.

Hêzên rejîma Îranê li cihê daxwaza gel pêk bîne bi awayekî tund êrîşî xwepêşandêran kir.

Rêxistina Lêborîna Navdewletî jî ragihand ku zêdetir 200 xwepêşandêr ji aliyê rejîma Îranê ve hatine kuştin.

Leave a Reply

Back to top button