Kampanyaya ”Ji bo Yuksekdag û wekîlên girtî azadî’ li Bajarên Ewrpayê dewam dike.
24’ê Kanûna 2019’an wê Hevseroka berê ya HDP’ê FîgenYuksekdag derkeve ber dadgehê.
Beriya danişînê li Ewropayê kampanyaya ,” Ji Fîgen Yuksekdag û Wekîlên Girtî re azadî” li bajarên Berlîn, Koln, Stûttgart, Kîel,Viyana, Birîtaniya, Fransa , Swîsre û li gelek bajarên din hatiye destpêkirin.
Di kampanyayê de, derbarê Yuksekdag û wekîlên din ên girtî dosya bi zimanên xwecihî hatine amadekirin.
Ev dosya radestî şaredarî, partî, sendîka, rêxistinian jinan, rewşenbîr, hunermendan û saziyên xwecihî tê kirin.
Di dosyayê de hat diyar kirin ku wê li hemû bajarên Ewropayê 20’ê Kanûnê li ber konsolosxaneya dewleta tirk çalakî werin lidarxistin.