Sibe (25 Kanûnê), cejna Noelê ango cejna mîladî ya sersalê ye.
Partiya Yekitiya Suryan û KNK’ê bi munasebeta rojê daxuyanî dan û Cejna Noelê li tevî civaka Xiristiyan û gelên Sûriyê pîroz kirin.
Partiya Yekitiya Suryan cejna Noelê li tevahî xiristiyanên li Sûriyê û cîhanê pîroz kir û hêviya hezkirin û aştî di navbera tevahî neteweyan kir.
Partiya Yekitiya Suryan bibîrxist ku cejn hat û hê jî alozî û şerê li sûriyê dewam dike û diyar kir ku bi destwerdana hêzên derve ji sûriyê re pirsgirêk aloztir kiriye.
Partiya Yekitiya Suryan balkişand li ser dagirkeriya dewleta Tirk û piştrast kir ku kiryarên ku dewleta Tirk pêk tîne, planên dagirkeriyê ne.
Yekîtiya suryan destnîşan kir ku dewleta Tirk armanc dike ku hovanetirîn sûcan pêk bîne û demografiya herêmê biguherîne.
Partiyê bang li civaka navdewletî û aliyên Sûriyê kir ku aştiyê li herêmê pêk bînin, da ku bigihînin Sûriyeke nû ji tevahî sûriyan re.