HRE: Di çalakiyên li Efrîn û Babê de 7 çete birîndar bûn

Hêzên Rizgariya Efrînê li dijî çeteyên dewleta tirk a dagirker yên li Efrîn û Babê çalakiyên sabotajê pêk anîn û di encamê de 7 çete birîndar bûn.

Hêzên Rizgariya Efrînê têkildarî çalakiyên 30 û 31’ê Kanûnê ku li Efrîn û herêma Babê pêk anî bûn daxuyaniyek nivîskî weşand.

Li gorî daxuyaniyê,

30’ê Kanûnê Hêzên Rizgariyê li gundê Tiwês yê herêma Babê bi li dijî çeteyên bi navê Lîwa Weqas çalakiyek sabotajê pêk anîn.

Di encamê de 3 çete birîndar bûn.

31ê Kanûnê jî Hêzên Rizgariyê li gundê Soran yê herêma Ezazê, li dijî qaşo polîsên leşkerî yên dewleta Tirk çalakiyek sabotajê pêk anîn.

Di vê çalakiyê de jî 4 çete birîndar bûn.

Hêzên Rizgariyê dan zanîn ku artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê gundên Soxanekê, daristanên Soxanekê, Aqîbê yên avçeya Şêrawa û gundên Merenaz, Malikiyê, Şewarixa yên navçeya Şera a Efrînê bi dijwarî topbaran kirin.

Hat diyarkirin ku tevgera balafirên keşifê yên artêşa Tirk a dagirder ku li ser navçeya Şêrawa û Şera dabû destpêkirin jî berdewam dike.

Leave a Reply

Back to top button