Rêveberiya kampa koçberan a Girê Spî, ji bo ku zarok ji xwendina xwe bê par nemînin dibistanek vekir.
Li Kampa Koçberan a Girê Spî, weke destpêkê 50 zarokan dest bi xwendinê kir.
Di dibistanê de 6 mamoste kar dikin û xwendekar li ser materyalên ku li dibistanên xwe dibirin, perwerdeyê bibînin.
Hevserokê kampê Mihemed El-Şêx dest nîşan kir ku tevî derfetên kêm, ew hewl didin ku hemû zarokan derbasî dibistanê bikin.
Rêveberê Kampê Mihemed El-Şêx ji bo zarok bê xwendin nemînin, bang li rêxistinên navneteweyî û rêxistinên mafên zarok û mirovan kir ku destek bidin.
Zarokan jî ji ber vekirina dibistanê kêfxweşiya xwe nîşan dan û diyar kirin ku ew dixwazin vegerin mal û dibistanên xwe.
Li Kampa koçberên Girê Spî 763 koçber hene û ji wan 394 zarok in.