Piştî bûyera xistina balafira Ukraynayê, li Îranê xwepêşandanan dest pê kir, xwepêşanderan banga lêpirsîn û cezakirina berpirsên vê bobelata ku dawî li jiyana 176 kesan anî.
Rêxistina Efûyê ya navdewletî ragihand, hêzên ewlekariya Îranê hewl dane bi lêdan û binçavkirinan, xwepêşandanan bi dawî bikin.
Rêxistina Efûyê bi daxuyaniyekê ragihand,rojên 11 û 12’ê çileyê hêzên ewlekariyê çifteyên nêçîrê li dijî xwepêşanderan bikar anîne û ji ber wê gelek xwepêşander birîndar bûn.
Rêxistinê eşkere kir, hin navendên tenduristiyê pêşwazîkirin û dermankirina xwepêşanderên birîndar, red kirye.
Her weha Rêxistinê bi riya dîmenên vîdyoyî, wêneyên belgekirî û dîtevanên li ser erdê eşkere kir ku hêzên ewlekariya Îranê hemû cûreyên êşkenceyê yên bi dest, ling û bi daran bikar anîne û gelek xwepêşander jî binçav kirine.
Ji bo belavkirina xwepêşandanan jî fîşekên pilastîk, xaza rondikrêj û ava îsotê hatiye bikar anîn.
Rêxistina Efûyê ya navdewletî tunûtûjiya hêzên ewlekariyê ya li dijî xwepêşanderan şermezar kir.