Serokê Amerîka Donald Trump li Davosê bi Serokê Herêma Başûrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokkomarê Iraqê Dr. Berhem Salih re civiya.
Di hevdîtinan de, Trump behsa peywendiyên baş yên di navbera kurd û Amerîka de kir.
Li forma Aboriyê ya cîhanê ya li bajarê Davos ê Swîsrayê, Donald Trump bi serokê hikumeta herêma başûrê kurdistanê û serokomarê Iraqê re civiya.
Li gorî Koşka Spî hevdîtina Nêçîrvan Barzanî û Trump 10 deqeyan dewam kir.
Di hevdîtina de Trump behsa têkiliyên Amerîka û Kurdan kir û got:
Me û Kurdan bi hev re DAIŞ şikand û bi hezaran girtiyên DAIŞ’ê heye.
Piştî hevdînên Necîrvan û Trump, serokê Amerîka bi serokomarê Iraqê Dr. Berhem Salih re civya.
Trump got :
Li Iraqê di warê leşkerî de me gelek kar bi hev re kir.
Pêşveçûnên baş di navbera herdu aliyan de heye.
Berhem Salih jî teqezî li ser serxwebûn û aramiya xaka Iraqê kir.
Berhem diyar kir ku têkoşîna li dijî DAIŞ’ê, aramî û serweriya Iraqê karê hîna li pêşiya wane.