Berî dadgehkirina wî bi çend rojan, rapirsiyek der barê mabûn û bidûrxistina Trump de hat çêkirin.
Di rapirsiya ku Ajansa Reuters û şirketa Ipsos a bazarê pê ve rabûne de, 44 ji sedî dixwazin Trump bi dûr keve û 31 ji sedî daxwaza mabûna wî dikin.
Ev rapirsî, navbera 17 û 22 Çileyê, li seranserî Amerîkayê hat çêkirin.
Tê zanîn ji Sêşemê ve, bi tawana astengkirina karê Kongressê, Senatoya Amerîkî dest bi dadgehkirina Trump kiriye, lê Trump vê yekê weke “dadgehkirina sexte” dibîne.