Îro li ser rêya giştî ya navbera navçeya Girkê Legê û bajarê Dêrikê 7 qezayên trafîkê çêbû.
Di encamê de şêniyekî jiyana xwe ji dest da.
Tevli van 7 qezayên ku îro çêbûn, di hefteyekê de 11 qeza çêbûn.
Ev qeza bûn sedem ku 3 kes jiyana xwe ji dest bidin û gelek kes jî birîndar bibin.
Navenda Trafîkê ya Girkê Legê diyar kir ku sedema sereke ya bûyerên qezayên trafîkê, lezbûna zêde û çêbûna qeşayê û mijê ye.
Navendê bang li tevahî ajokaran kir ku hişyar bin û zêde bi lez neçin.