Di salên dawî de, ji ber gelek sedeman, hewaya cîhanê qirêj bûye ku dibe sedem salan e, 9 milyon kes zû bimirin.
Li gorî lêkolîneke kovara nexweşiyên reh û dil a bi navê Cardiovascular Research, hewaya qirêj a li bajar û herêmên pîşesaziyê, dibe sedem ku bi milyonan mirov zû bimirin.
Ji ber qirêjkirina hewayê her sal li cîhanê 8 milyon û 800 hezar mirov zû jiyana xwe ji dest didin.
Lêkolîner dibêjin qirêjkirina hewayê derdora 3 salan temenê mirovan kêm dike.
Ev lêkolîn li gelemperiya cîhanê hate kirin, û derket holê ku Çîn welatê destpêkê ye ku rêjeya mirina mirovan lê bilind e .
Piştî wê jî, Hindistan tê û di rêza sêyem de jî Pakistan bû .
Ji pisporên lêkolînê Thomas Munzel jî diyar kir ku sotemeniya fosîlê bi giranî dibe sedema qirêjkirina hewayê.