Koalîsyon û QSD’ê bi rasthatina roja têkbirina DAIŞ’ê, daxuyanî da

Berdevkê Koalîsyona Navnetewî ya li dijî DAIŞ’ê Myles B. Caggins ragihand ku şerê wan yê li dijî DAIŞ û hevkariya bi QSD’ê re dewam e. Caggins bal kişand li ser têkoşîna şervanên YPJ’ê û got: Ne ji şervanên jin û têkoşîna wan a domdar ba, serkeftin ne pêkan bû.

 

23’ê Adara 2019’an bi daxuyaniyek fermî li Heqil El-Umer ê Dêra Zorê tunekirina çeteyên DAIŞ’ê ji aliyê QSD’ê ve hate ragihandin.

Berdevkê Koalîsyona Navnetewî ya li dijî DAIŞ’ê Myles B. Caggins û Berdevkê Buroya Ragihandê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Mustefa Balî bi nêzbûna rojê re li bargeha hêzên Amerîkayê ya li bajarokê Rimêlan daxuyaniyek çapemeniyê dan.

Myles B. Caggins bi zimanê Kurdî, Erebî û Îngilîzî silav kir û got,

Ew bûyerên di sala borî de û ragihandina fermî ya tunekirina DAIŞ’ê bi bîr tînin.

Coggins: Hevkariya bi QSD û têkoşîna li dijî DAIŞ’ê dewam e

Myles B. Caggins diyar kir ku hevkariya wan ya bi QSD’ê û têkoşîna wan ya tunekirina DAIŞ’ê dewam e.

Caggins destnîşan kir ku ew heta niha bi hevkariya xwe ya bi QSD’ê çalakiyên bi boandor ên li dijî şaneyên DAIŞ’ê dewam dikin, ta hebûna wan bi temamî li ser erdê bi dawî bibe.

Der barê pirsa rojnamevanan a girêdayî planên wan ên pêşerojê bi QSD’ê re B. Caggins diyar kir ew ê destekê bidomînin ta ewlehî, aramî û aştî li herêmê pêk were.

Li ser pirsa têkidarî daxuyaniyên serokê rejîma Sûriyê Beşar El-Esed a derbarê doza Kurd a li Sûriyê, Mustefa Balî jî wiha got:

Pêwîstiya aloziya Sûriyê bi çareseriya siyasî, bersivdayîna daxuyaniyan û şîrovekirina naverokê wê girêdayî aliyên siyasî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye.

Em wekî hêzên leşkerî ne erkê me ye bersiva van daxuyaniyan bidin.

QSD û Koalîsyon: bê ypj’ê serkeftin ne pêkan bû

Berdevkê Koalîsyona Navnetewî ya li dijî DAIŞ’ê Myles B. Caggins û Berdevkê Fermî yê Buroya Ragihandê ya QSD’ê Mustefa Roja Jinan a Cîhanê li hemû jinan pîroz kirin, bi taybet jinên şervan.

Berdevkan got:

Ne ji şervanên jin û berxwedana wan baya serkeftin ne pêkane bû.”

Back to top button