Ji ber Corona Wezîrê parastinê yê Amerîkayê û cîgirê wî di bin çavdêriyê de ne

Wezareta Parastina Amerîkayê Pentagon ragihand ku ji ber vîrûsa Coronayê, Wezîrê Parastinê û cîgirê wî dibin çavdêriya tenduristiyê de ne.

Pentagon ragihand ku ji ber 37 karmendên wezareta Parastinê ya Amerîkayê bi vîrûsê ketine, wan wezîrê Parastinê Mark Esper û cîgirê wî kirine bin çavdêriya Tenduristiyê de.

Ji aliyê xwe ve ajansa Associated Press ragihand ku DYA îro yekem ezmûna derziya vîrûsa Coronayê pêk anî.

Wîlayeta Newyork a Amerîkî jî destnîşan kir ku jimara kesên ku bi Coronayê ketine gihîşt 950 kesî.

Heta niha li Amerîkayê hejmara kesên ku bi vîrûsê mirine 60 kes in.

Her wiha jimara kesên ku pê ketine jî bi giştî 2900 derbas kiriye.

Îna borî jî serokê Amerîkayê Donald Trump rewşa awarte ji ber vîrûsê li welêt ragihandibû.

Back to top button