Artêşa Tirk û çeteyên girêdayî wê, êrîş birin ser gundên Girê Spî û Eyn Îsayê û riya M4 ya navdewletî.
Îro di saetên êvarî de, artêşa dewleta Tirk û çeteyên pê re gundê Kor Hesen ê Girê Spî bi obusan topbaran kir.
Her wiha di saetên piştî nîvro de, dagirkeriya Tirk gundê Hoşan a girêdayî Eyn Îsayê û rêya M4 topbaran kirin.
Têkildarî ziyanên ji ber êrîşê agahiyên teqez nehatine bidestxistin.
Duh jî di saetên şevê de, dagirkeriya Tirk, , gundê Mebeûca yê Girê Spî bi obusan bi dijwarî topbaran kir.
Duh di saetên piştî nîvro de jî gundên Silip, Sofyan û Qizelî yên Girê Spî hatin topbarankirin.