Parastina rejîma Sûrî, dronek li derdora baregeha Himêmîm anî xwarê

Hêzên rejîma Sûrî, dronek li derdora baregeha Himêmîmê ya leşkerî li Ceblê ya gundewarê Laziqiyê anî xwarê.

Li gorî ragihandina rejîma Sûrî, duh êvarî parastina asmanî karîbû vê dronê bîne xwarê.

20 Çileya borî jî, hêzên Rûsî yên li Sûriyê, droneke çeteyan li ser asmanê heman baregehê anî xwarê.

Li gorî Wezareta Parastinê ya Rûsyayê, ev baregeh gelek caran bûye armanca çeteyên dewleta Tirk.

Texbaxa 2015an, Rûsya lihevkirinek bi rejîmê re girêda û baregeha Himêmîmê heya demeke ne diyar kirê kir.

Back to top button