Yekîtiya Suryan: Cejna Ekîto, vejîn û jiyana nû ye

Îro 1’ê Nîsanê cejna Ekîto ya sersala Suryan-Asûrî ye ku her sal weke nîşaneya vejîna jiyanê, li gorî çanda Suryanan tê pîrozkirin.

Her sal weke îro, cejna Ekîto ji aliyê suriyaniyan ve bi coş tê pîrozkirin, lê ji ber rewşa heyî û metirsiya belavbûna vîrûsa Coronayê û qedexeya derketina derve, çalakî û şahiyên ji bo cejinê hatin betalkirin.

Bi vê boneyê duh Partiya Yekîtiya Suryan bi daxuyaniyekê cejna Ekîto pîroz kir û weke sembola nûkirin, vejîn û jiyana nû bi nav kir.

Partiyê îşaret bi metirsiya vîrûsa Corona kir û bang li gelê xwe kir ku li gorî perspektîfên aliyên pêwendîdar ên fermî tev bigerin, da ku bi hev re vê krîzê têk bibin.

Back to top button