Li gorî wezarta Tenduristiyê ya Başûrê Kurdistanê, li Hewlêrê 4 kesên din bi vîrûsa Coronayê ketine.
Wezareta Tenduristiyê ya Başûrê Kurdistanê bi daxuyaniyekê ragihand ku li Hewlêr 4 kesên din bi vîrusa Coronayê ketine, hatin Tomarkirin.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di testên berdewam dikin de derketiye holê ku li Hewlêr 3 zarok û jinek bi Coronayê ketine.
Tevî jimarên dawî, heta niha li Başûrê Kurdistanê 208 kes bi Coronayê ketine, Ji wan 68 kes rehet bûne, 2 kesan jî jiyana xwe ji dest dane.