Jinên Kurd ên li welatên Skandenavyayê, êrişa dewleta Tirk a li ser kampa Mexmûrê şermezar kirin û xwestin ambargoya li ser Mexmûrê bê rakirin.
Tevgera Jinan a Skandenavyayê, êrişa dewleta Tirk a li ser kampa Mexmûrê û kuştina 3 jinên Kurd li Swêd, Norwêc, Danîmarka û Fînlandayê bi çalakiyên cihê-reng şermezar kirin.
Jinan pankartên ji bo rakirina ambargoya li ser Mexmûrê daliqandin.
Jinan axaftinên li ser şermezarkirina komkujiyên ku dewleta Tirk kiriye li ser medya dîjîtal weşandin.
Tevgera Jinan a Skandenavyayê bang li jinan kir ku komkujiyan şermezar bikin.
Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku êrişa li ser Mexmûrê êrişek li dijî tevahiya gelê Kurd e.
Her wiha bê-dengiya Rêveberiya Herêmî ya başûrê Kurdistanê jî bi tundî hat şermezarkirin.
Jinan bang li NY û saziyên navneteweyî kirin ku ji bo bidawîkirina ambargoya li ser Mexmûrê bikevin nava hewldanan.