Qurbanên vîrûsa Coronayê nêzî 300 hezarî dibe

Li tevahiya cîhanê hejmara kesên ku bi vîrusa koronayê ketin ji 4 milyon û 400 kes derbas kir. DYA, Çînê tawanbar kir ku agahiyên der barê vîrusê de diveşêre. Her wiha di demekê de ku vîrusa Corona berbelav dibe, DYA behsa cezayên li dijî Çînê dike.

Ji ber vîrûsa corona li tevhaî cîhanê nêzî 300 hezar kes mirin û 4 milyon û 460 hezar kes jî bi vîrûsê ketine.

Li Amerîkayê tenê milyonek û 422 hezar û 164 kes bi vîrusê ketine.

Amerîka Çîn tawanbar dike û behsa cezayan dike

Herî dawî DYA Çînê tawanbar kir ku agahiyên der barê vîrusê de diveşêre.

Di demekê de ku vîrusa corona berbelav dibe, DYA behsa cezayên li dijî Çînê dike.

Senatorê Amerîkayî Lindsey Graham û 8 senatorên din projeya qanûnên nû ku destekê dide serok Donald Trump da ku cezayan li dijî Çînê ferz bike, pêşkêşî senatoyê kir.

Berdevkê koşka seroketiya Rûsyayê Peskov bi vîrûsê ket

Piştî Amerîkayê welatên ku herî zêde lê rewşên vîrûsê hatin dîtin, Spanya û Rûsya ne.

Herî dawî Berdevkê koşka Serokatiya Rûsyayê Kremlînê, Dmitry Peskov bi vîrusa coronayê ket.

Peskov niha li nexweşxaneyekê di bin çavdêriyê de ye.

Hat zanîn ku ev zêdeyî mehekê ye peywendiya rûbirû ya Peskov û Serokê Rûsyayê Vladimir Putîn nebûye.

Back to top button