KNK, KON-MED û HDP’ê bi peyamên pîrozbahiyê, cejna Zimanê Kurdî pîroz kir û li jêr silogana “Zimanê me hebûn û nasnameya me ye” banga bilindkirina têkoşînê kirin. Aliyan gotin: “Pêwîst e em rê nedin kirinên pişaftina zimanê Kurdî ser bikevin, divê em Kurd yek deng, dil û yek helwest bin.
Komîsyona Ziman, Çand û Perwerdeyê ya KNK, bi boneya 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî, peyamek weşand û cejn pîroz kir.
KNK’ê diyar kir ku gelê Kurd bi sedan sal, bi domandina hebûna xwe, têkoşîna xwe xurt dike û çepera parastina ziman her tim li pêş bûye.
KNK’ê destnîşan kir ku dagirkeran ji bo têkbirin û helandina gelê Kurd, ji pişaftina ziman dest pê kirin û planên pişaftinê wekî makîneya herî dijwar bi kar anîn.
KNK: Divê Kurdî li Tirkiye, Îran û Sûriyê fermiyetê werbigire
Lê KNK’ê teqez kir ku, pêşengên Kurdan, dayîkên perwerdekarên nifşan, dilsojên ziman û wêjeya Kurdî, planên dagirkeran bi ser nexistin:
KNK got:
“Zimanê şirîn ê Kurdî di nava şert û mercên pir zehmet de li ber xwe da û li ser lingan ma û hîn jî dijî.
Pêwîst e em rê nedin kirinên pişaftina zimanê Kurdî ser bikevin, di vî warî da divê em Kurd yekdeng, yekdil û yekhelwest bin.”
Ji bo zimanê Kurdî di nava sîstema perwerdeyê ya Tirkiye, Îran û Sûriye de fermiyetê werbigire, KNK’ê li jêr silogana “Zimanê me hebûn û nasnameya me ye” banga zêdekirina perewerdeyê kir.
KON-MED: Ziman şertê pêşî yê hebûn û mirovbûnê ye
Hevserokên Konfederasyona Civakên Kurdistaniyên li Elmanyayê KON-MED’ê jî bi bîr xist ku bêyî çand û ziman, gel jî tune ye.. ku ziman, şertê pêşîn ê heyîn û mirovbûnê û stûna bin banê neteweyan e.
KON-MED’ê Cejna Zimanê Kurdî di serî de li afirîner û parêzvanên zimanê Kurdî, dayîkên dilovan û li hemû Gelê Kurd pîroz kir.
HDP: Cejna zimanê Kurdî, li hemû xemxurên ziman pîroz be
Bi heman boneyê, HDP’ê cejna Zimanê Kurdî di şexsê Celadet Bedirxan û mamosteyên dibistana Hawarê de, li temamî dildar, kedkar û xemxurên zimanê Kurdî pîroz kir.
HDP’ê dibêje; Zimanê Kurdî, zimanê bi milyonan Kurdan e, lewre divê wek zimanekî fermî bê qebûlkirin, naskirin û hemû qedexe û astengiyên yasayî bên rakirin.
Saziya Perwerdeya Civaka Demokratîk a Êzidîxanê jî ev cejn pîroz kir û banga xwedîderketina li zimanê Kurdî kir.