Di çalakiya gerilayên HPG li qada Lêlikan ya herêma Xakurkê de 2 leşkerên artêşa Tirk a dagirker hatine kuştin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî çalakiyê daxuyaniyek nivîskî weşand û ev agahî parve kir.
Di çarçoveya Pêngava Şehîd Bager û Şehîd Ronya de gerîlayan li dijî kepçeyeke artêşa Tirk a dagirker ku ber bi Girê Lêlikanê ve diçû, çalakiyeke sabotajê kirin.
Di çalakiyê de 2 leşkerên dewleta Tirk hatin kuştin.
13 û 15’ê Gulanê balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker bombe li Geliyê Avaşînê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê barandin.
HPG dazanîn ku ji ber bombardûmanê tiştek bi hêzên wan nehatiye.