Şanderê NY bo Sûriyê Geir Pedersen, bang li Amerîka û Rûsyayê kir ku sûdê ji kêmbûna şer bigirin û dest bi danûstandinan aştiyê li Sûriyê bikin. Nûnerê Sûrî yê “NY” Beşar El-Ceferî teqez kir ku piştgiriya Tirkiyê bi rêxistinên çete re dewam dike û sûcên şer pêk tîne.
Nûnerê Sûrî yê “NY” Beşar El-Ceferî teqez kir ku piştgiriya Tirkiyê bi rêxistinên terorîst re dewam dike û sûcên şer pêk tîne.
El-Ceferî, der barê rewşa Sûrî de, beşdarî civîneke-vîdyoyî ya Konseya Ewlekariyê bû û destnîşan kir ku “Tirkiye lihevkirin û biryaran binpê dike”.
El-Ceferî diyar kir, dewleta Tirk ji bo zêdetir sûcan bike, ji rewşa vîrûsa coroan sûd girt û çeteyên xwe ji nûve bi rêxistin û çek kir.
Nûnerê Sûrî yê “NY” anî ziman ku hebûna hêzên biyanî li ser xaka Sûrî, bi erêkirina hikûmetê, dagirkerî ye.
Beşar El-Ceferî, qutkirina ava stasyona Elok a Serê Kaniyê jî, ku dewleta Tirk av ji ser bi sedhezaran şênî qut kiriye, weke sûcekî şer-mirovî bi nav kir.
Pedersen banga diyalogên Amerîkî- Rûsî kir
Li alîkî din şanderê NY bo Sûriyê Geir Pedersen bang Amerîka û Rûsyayê kir ku sûdê ji kêmbûna şer bigirin û dest bi danûstandinan aştiyê li Sûriyê bikin.
Duh, Pedersen ji Konseya Ewlekariyê, ku ji 15 dewletan pêk tê, re axivî û diyar kir ku “ji destpêka şerê li Sûriyê, gelek fersendên veguherîna ber bi çareseriyeke siyasî ve wenda bûne û piştî her fersendeke wendayî jî, asta tundiyê bilindtir bûye.
Şanderê NY bo Sûriyê got:
Di nêrîna min de, diyalogên Amerîkî-Rûsî wê roleke sereke di vê derbarê de bilîzin.