Buroya PYDê û Kongreya Star ên Libnanê, kirinên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li Bakur û Rojhilatê Sûrî, bi taybet sûcên li dijî jinan, şermezar kirin.
Buroya PYD’ê ya Libnanê da zanîn ku bêdengiya navneteweyî li hember sûcên çeteyan, xaleke reş li ser eniya mirovahiyê ye û hemû kirin û sûcên dewleta Tirk, şermezar kirin.
Buroyê bang li NY û civaka navdewletî kir ku komîteyekê ji bo sûcên çeteyan ava bikin û lêpirsînê dest pê bikin.
https://hawarnews.com/kr/haber/buroya-pyd-ya-lubnan-kiryarn-ceteyan-sermezar-kirin-h32149.html
Kongreya Star a Libanaê, banga cezakirina dewleta Tirk kir
Der barê heman mijarê, Kongreya Star a Libnanê jî sûcên dewleta Tirk a dagirker li dijî şêniyên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûrî û bi tayebtî li dijî jinan, şermezar kirin.
Kongreya Star bang li li hemû rêxistinên mafên mirovan û tevgerên jinan kir ku bê deng nemînin û hêvî kir ku dewleta Tirk were cezakirin.