Dagirkeriya Tirk careke din agir berda zeviyên çandiniyê yên navçeya Til Temirê ya Kantona Hesekê.
Artêşa Tirk û çeteyên pê re, vê êvarê agir berdan zeviyên çandiniyê yên gundên Til Werd û Rîhaniyê yên Til Temirê.
Tîmên rewşên awaret nikarîn nêzî cihê şewatê bibin ji ber ku ji aliyê çeteyan ve dihatin hedefkirin.
Di encama berdana dagirkeriya Tirk a agir li zeviyên herêmê, herî dawî derdora 15 hezar donim zeviyên çandiniyê yên navçeyên Til Temir û Zirganê hatine şewitandin.