Parlemena Lîbyayê daxwaz ji şandeya navnetewî kir ku destwerdanê bike û şandina çek û çeteyan bo Lîbyayê rawestîne.
Parlemenê teqezî li ser agirbesta ku ji aliyê Artêşa Niştimanî ve hatiye ragihandin kir.
Duh li Qahîrayê, Serokê Parlemenê Eqîle Salih bi Xelîfe Hefter re civiya û destwerdana Tirkiyê û şandina çek û çeteyan nîqaş kirin.
Biryar e jî îro herdu alî bi serokê Misirê Ebdul Fetah Sîsî re bicivin.
Duh jî berdevkê Artêşê Ehmed El-Mismarî eşkere kiribû ku daxwazên navdewletî ji wan re hatin ku 60 KM dûrî Terablusa paytext bikevin, ji bo wê jî ji Terablus û Terhûnayê xwe vekişandine herêmên biewle.
Beriya niha jî Artêşa Niştimanî hişyarî dabû ku ger agirbest were binpêkirin, ew ê operasyonên xwe dewam bikin û ji komîteya hevbeş a rawestandina şer jî vekişin.
Girêdayî mijarê, Meclisa Ewlehiyê ya Navneteweyî, biryara çavdêrkirina hemû gemiyên li ber ava Lîbyayê, yên di gumana rêkirina çekan de ne, heta saleke din dirêj kir.