Platforma medyaya sosyal Twîtter, ragihand ku “li Tirkiyê 7 hezar û 340 hesabên girêdayî AKP’ê hatin girtin.”
Twîtterê bi daxuyaniyekê ragihand wan li Çînê, Tirkiye û Rûsyayê bi deh-hezaran hesabên girêdayî dewletê ku ji bo propagandayê têne bikaranîn, dane girtin.
Li gorî daxuyaniyê, ev hesab hemû hatine girtin, lê naveroka wan nayê ragihandin.
Twîtterê got:
”Di analîzên me yên li gorî nîşaneyên teknîk û tevgera hesabên kirî, hesabên sexte û hatine bidestxistin de, da gotinên bi alîgiriya AKP’ê berbelav bibin, hatine bikaranîn û destekeke zêde didin Serokkomar Erdogan.”