Komîteya Peywendiyên Derve ya KCK’ê ragihand ku di operasyonên dawî yên Tirkiyê li ser Heftenîn û Xakurkê de, nêzî 100 leşkerên artêşa Tirk hatine kuştin.
Berdevkê Komîteya Peywendiyên Derve ya KCK’ê Zagroz Hîwa, têkildarî êrîşên dewleta Tirk ên li ser xaka Başûr û şerê di navbera gerîla û artêşa Tirk de, ji Dengê Amerîkayê re axivî.
Zagroz Hîwa diyar kir niha li herêmên Heftenîn û Xakurkê, bi dirêjahiya 300 kîlometreyan, şer di navbera gerîla û artêşa Tirk de heye.
Hîwa destnîşan kir ku di êrîşên dawî de, ziyanek kêm bi gerîlayan dikeve, ji ber ku gerîla xwe nû kiriye û bi awayekî modern xwe birêxistin kiriye.
Berdevkê Komîteya Peywendiyên Derve ya KCK’ê Zagroz Hîwa eşkere kir, ku heya niha nêzî 100 leşkerên Tirk hatine kuştin û gelek leşker jî birîndar bûne.