Balafirên şer ên dewleta Tirk îro beriyan nîvro sînorê navçeyên Şêladizê û Dêrelûkê yên bi ser Dihokê bombebaran kirin. Derbarê encamên bombebaranê de heta niha ti agahî nehatine bidestxistin.
Li aliyê din hate ragihandin dewleta Tirk a dagirker hêzek zêde veguhestiye gundên Xelîfan, Gure û Şêrbêge yên li Herêma Biradostê.
Çavkaniyên herêmî diyarkirin ku leşkerên Tirk zextê li pêşmergeyên PDK’ê dikin da ku baregehên xwe ji bo leşkerên Tirk bihêlin û wan deran vala bikin.
Iraq: Dibe ku em gilîyê Tirkiyê li konseya ewlekariyê ya NY’ê bikin
Berdevkê Wezareta Derve ya Iraqê Ehmed El-Sehaf jî li ser êrîşên Tirkiye û Îranê got:
” Me bi daxuyaniyekî êriş şermezar kirine û daxwazname jî pêşkêşî balyozên Tirkiyeyê û Îranê kirine, lê heta niha êriş û bombebaranên wan ranewestiyane.
Dibe ku em banga piştgiriyê ji welatên Ereb bikin û giliyê wan li Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî jî bikin.”