Li Kobanê xebatên çêkirina bircê demjimêrê ber bi dawiyê ve diçe.
Hevserokê Desteya rêveberiyên herêmî û ekolojî ya herêma Firatê Ocalan Îso diyar kir ku xebatên çêkirina burc wê di nava vê mehê de bi dawî bibe.
Xebatên çêkirina bircê, ji beriya 7 mehan ve dest pê kiribû.
Li gorî şaredariyê, di demek nêz de wê xebatên çêkirina birc bi dawî bibe û bajar pê were xemlandin.
Birc li ser riya 24 ya li navenda bajarê Kobanê tê avakirin.
bilindbûna birc 26 m û nîv e û firehiya wê jî 3 m bi 3 metreyane
Saet ji her 4 aliyên bircê hatine danîn.
Şaredariya bajarê Kobanê ku bi xebata çêkirina bircê radibe wê sembola newrozê jî li ser birc deyne.
Hevserokê Desteya rêveberiyên herêmî û ekolojî ya herêma Firatê Ocalan Îso derbarê xebatên çêkirine birc de axivî.
Ocalan Îso diyar kir ku xebatên çêkirina birc wê vê mehê bi dawî bibin.