Çalakiya konvedanê ya ku Rêveberiya Jinan a bajarê Reqayê ji bo şermezarkirina kiryarên dewleta Tirk û bi taybetî hedefkirina jinan li Kobanê li dar xistibû, bi dawî bû.
Çalakiya konvedanê bi beşdariya bi sedan ji jinên bajarê Reqayê 4 rojan dewam kir.
Di roja dawî a çalakiyê de li ser navê meclisên jinan ên xeta başûr, meclisên gel, Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Reqayê û komîteya Xwendin û Perwerdeyê axaftin hatin kirin.
Kesên axivîn destnîşan kirin ku çalakiya konvedanê ji bo derxistina vîn û hişyariya gelê wêrek ku zilm, xiyanet û dagirkeriya qebûl nake, hate li darxistin.
Her wiha diyar kirin ku ew ê li dijî kiryarên dewleta Tirk a dagirker asta têkoşîna xwe bilindtir bikin.