Dewleta Tirk û çeteyên wê li Efrîna dagirkirî sûc û hovîtîya xwe didomînin. Çeteyên dewleta Tirk kargehên madeyên hişbirê vedikin û heşîşê diçînin û difroşin. Li aliyekî din jî, çeteyên dewleta Tirk dest bi diziya berhemên simaqê kirine.
Dawî li sûc û hovîtîya dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li Efrînê, nayên.
Li ber çavê her kesî dewleta Tirk a dagirker û çeteyên xwe, heşîşê diçînin û difiroşin û kargehên madeyên hişbirê vedikin.
Malpera Afrîn Post, ev yek belge kir.
Li gorî malparê, çeteyan li navçeya Şera di navbera gundê Me’iriskê û Qitmê de, taybet di erdê şêniyê Kemal Izet de, kargeheke madeyên hişbirê vekiriye.
Malperê da zanîn ku, çete vê yekê bi çavdêriya dewleta Tirk dikin û difiroşin dermanxaneyan.
Heman malperê eşkere kir ku çeteyê bi navê ‘Ebo Yezin El-Humsî’ jî hebên hişbirê difiroşe, her wiha li mala ‘Isma’îl El-Lihêbî’ yê li gundê Kefer Mezê yê Şerayê jî çeteyan Heşîş çandine.
Çeteyên Tirk, berhema simaqê didizin
Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê jî ragihand ku dewleta Tirk û çeteyên xwe, berhemê Simaqê ji gundên navçeya Mabata ‘ Remedana, Hec Qasimo, Rûta û Gundê Mezin’ dizîn.
Her wiha rêxistinê diyar kir ku hevjîna Bekir Şêxo ya temenmezin a ji gundê Rûta ya Mabatayê li nava erdê xwe rastî gef û êşkenceya çeteyan hat.
Rêxistinê eşkere kir ku, piştî êşkenceyê, wan zeviyê wê yê simaqê bi temamî dizîn.