Tevgera Mezopotamiya ya Çand û Hunera li navçeya Girkê Legê pêşangeheke wênesazî û kardestiyê vekir.
Pêşangeh, bi beşdarbûna şêniyên navçeyên Girkê Legê, Çilaxa û Til Koçerê li hola Aram Tîgran a bajarokê Rimêlan dest pê kir.
Di pêşangehê de, 76 tablo, tevî peyker, kardestiyên şêwekar û hunermendên Amûdê, Reqa û Tebqayê hatin pêşandan.
Her wiha şanoyek li ser desthildarî û zilmê jî hat pêşkêşkirin.
Ev çalakî îro jî li bajarê Qamişloyê dest pê dike.