Îro li dorhêla bajarê Ezazê yê bakurê Helebê hêzên hikûmeta Şamê û çeteyan dîlên şer bi hev guherîn.
Li aliyekî din nakokiyên di navbera malbata El-Esed de berdewam in.
Istixbarata hikûmetê bi ser saziyên Ramî Mexlûf de girtin û bêtirî 20 serbazan binçav kirin.
Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku îro hêzên hikûmeta Şamê çekdarekî çeteyan beramberî jineke sîxur a hikûmeta şamê û Huzbullah guherîn.
Pevguherîna dîlan li dorhêla bajarê Ezazê pêk hat.
22’ê meha derbasbûyî jî Çavdêriya Sûrî ragihand ku hêzên hikûmetê li gel çeteyên Huras El-Dîn dîl bi hev guherîn.
Istixbarata hikûmetê 15 serbaz bin çav kirin
Li aliyekî din nakokiya di navbera Ramî Mexlûf û serokê hikûmeta Şamê de dewam in.
Herî dawî istixbarata hikûmetê bi ser saziyên Ramî Mexlûf de girtin û bêtirî 15 serbazan bi bihaneya peywendiya li gel aliyên derve û dizîna pereyên dewletê bin çav kirin.
Binçavkirina serbazan di çarçoveya hemleya binçavkirina serbazên ku li gel Ramî Mexlûf dixebitin de tê.