Li navçeya Şemzînanê teqînek rû da û di encamê de 2 çawişên pispor û cerdevanek birîndar bûne.
Li nêzî gundê Bedewî yê navçeya Şemzînan a Colemêrgê vê sibehê kêliya wesayîta çawişên pispor û cerdevan derbas dibû teqînek dijwar rû da.
Di teqînê de, 2 çawişên pispor û cerdevanek birîndar bûn.
Piştî teqînê ambûlansê sewqî cihê bûyerê hatin kirin, birîndaran rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Şemzînanê.
Hat zanîn ku li devera teqîn lê çêbûye operasyonek berfireh a dagirkeriya dewleta tirk hatiye destpêkirin.