PYD’ê û Kongra Star salvegera 8. a Şoreşa 19’ê Tîrmehê ya Rojavayê Kurdistanê bi daxuyaniyan pîroz kirin.
Di daxuyanîyan de hate gotin ku şoreşa 19’ê Tîrmehê bû vejîn û serbilindiya hemû gelan û li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker û DAIŞ’ê, bi rihê Şoreşa Rojava banga bilindkirina têkoşînê hat kirin.
Meclisa Giştî ya PYD’ê bi daxuyaniyekê salvegera 8. a Şoreşa 19’ê Tîrmehê ya Rojavayê Kurdistanê li tevahî gelan pîroz kir.
PYD’ê diyar kir ku Şoreşa 19’ê Tîrmehê nûnertiya hêvî û armancên hemû gelan û nirxên mirovahiyê dike.
PYD’ê anî ziman ku şoreşa 19’ê bû vejîn û serbilindiya hemû gelan.
PYD’ê diyar kir ku gelê herêmê heta îro jî şoreş û têkoşîna xwe berdewam dikin da ku ji hemû Sûriyê û Rojhilata Navîn re bibe nimûne.
Kongra Star: Şoreşa Rojava bi pêşengiya jinê tacîdar bû
Koordînasyona Kogreya Star jî salvegera Şoreşa 19’ê Tîrmehê li hemû gelan û jinan pîroz kir û diyar kir ku Şoreşa 19’ê Tîrmehê bû sembola berxwedana gelê Kurd û jinan.
Di daxuyaniya Kongreya Star de wiha hat gotin.
“Bi coşa salvegera 8’emîn a şoreşa 19’ê Tîrmehê em şoreşa xwe li rêhevalê jinan Rêber Ocalan pîroz dikin.
Di vê şoreşê de 2 tiştên bingehîn hatin guhertin, yek jê serdestiya ku li jinan dihat kirin û ya din jî hebûna civakê ku ji cewherê xwe dûr ketibû.
Di dîrokê de yekem şoreş, şoreşa jinên Rojavayê Kurdistanê bi ser ket û heya niha bidestxistina desketiyan didomîne.
Şoreş, bihevgirtina Gelê Kurd, Ereb, Ermen û Suryan bi ser ket û tacîdar bû.”
Koordînasyona Kongreya Star di dawiyê de bang li jinan, gelan û cîhanê kir ku li dijî êrîş û dagirkeriya dewleta Tirk û DAIŞ’ê bi rihê Şoreşa Rojava têkoşînê mezin bikin.