Şaredariya Berçêto ya bajarê Parma yê Îtalyayê, hevgirtina bi Kurdan re didomîne.
Şaredarî navê Sekretera Giştî ya Partiya Pêşerojê ya Sûriyê Hevrîn Xelef a ku 9’ê Cotmeha 2019’an di êrîşa dewleta Tirk de şehîd bubû, li Pira Çemê Sar kir.
Li her du aliyên pirê wêneyên Xelef hatin daliqandin û li ser jî hate nivîsandin “Ji bo mafên jinan têkoşiya, lê ji ber îxaneta me mir”.
Şaredarê Berçêtoyê diyar kir ku li ser gelê Kurd zext û zoriyên dijwar hene, lê dîsa jî gelê Kurd dev ji têkoşîna xwe ya demokrasî û aştiyê bernade.
Sala borî jî şaredariya Berçêtoyê navê şervanê enternasyonalîst Lorenzo Orsettî bi nasnav Têkoşer Piling ê li Rojava şehîd bû, dabû stasyona trênê ya Ghîareyê.
Heman şaredariyê di 5’ê Cotmeha 2019’an de, hembajarîbûna şanazî, dabû Rêber Abdullah Ocalan.