Balafirên şer ên dewleta Tirk gundên Biradost û Batûfayê bombebaran kirin

Êrîşên dewleta Tirk a dagirker yên li ser başûrê Kurdistanê didome. Balefirên şer ên dewleta Tirk gelek gundên li devera Biradostê bombebaran kir.

Li gorî zanyariyên ji herêmê bidestketine, di encama bombebaranê de ziyanek mezin bi rez û baxên gundiyan bûye.

Hate ragihandin balefirên şer û yên keşfê li ser asîmanê herêmê bi nizmî difirin.

Hem wextê îrîşa Biradostê balefirên şer ên dewleta Tirk a dagirker bi dijwarî sinorê bajaroka Batîfa ya navçeya Zaxoyê bombebaran kir.

Şêniyekî ji gundê Efilhî ya ser bi Batîfayê têkildarê bombebaranê ji ajansa Rojnews’ê re axivî.

Şênî diyar kir ku balefirên dewleta Tirk derdora gundê wan bi dijwarî bombebaran kiriye.

Duh ve jî artêşa Tirk bi awayek bê serûber gundên herêmê topan kir.

Back to top button