Corona..Li Kobanê nimêja înê û cejnê nayê kirin

Ji bo pêşîgirtina li balavbûna vîrûsa Coronayê , Saziya Olî ya Kobanê diyar kir wê nimêja înê û nimêja cejnê neyê kirin.

Hevserokatiya Saziya Olî ya Herêma Firatê bi daxuyaniyekê cejna qurbanê li hemû gelên Bakur û Rojhilata Sûriyê pîroz kir.

Saziya Olî ragihand ku ji bo pêşîlêgirtina vîrûsa Coronayê, nimêja înê, nimêja cejnê û kombûn hatin rawestandin.

Her weha saziya olî diyar kir ku divê welatî tedbîrên ku rêveberiya xweser ragihandiye, pêk bînin.

Di derbara serjêkirina qurbanan de jî, saziya olî da zanîn ku divê li cihên ku hatine diyar kirin werin serjêkirin.

Back to top button