Hêzên Hikumeta Şamê dîsa îro gundewarên Başûrê Idlibê bi mûşekan topbaran kir.
Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku, vê sibehê hêzên hikumetê deverên Fitêra, Kinsefra, Sifûhin, Filêfil û Helûba topbaran kirin.
Lê derbarê encamên topbaranê de ti agahî nehatin bidestxistin..
Li Idlibê 7 leşkerên hikumeta Şamê hatin kuştin, 9 jî birîndar bûn
Duh jî bombeyek çandî li cebel El-Zawiyê bi hêzên hikumetê ve teqiya, efserek û 2 leşkerên hikumetê hatin kuştin û 3 jî birîndar bûn.
Her wiha hêzên hikumet û çete li eniya heman deverê êrîşî hev kiribûn, 4 leşker hatibûn kuştin û 6 jî birîndar bibûn.