Libnan ji ber nakokiyên bi Serokwezîr re, Wezîrê Derve îstîfaya xwe pêşkêş kir

Wezîrê Derve yê Libnanî Nasîf Hettî Sebah ji ber nakokiyên digel Serokwezîrê Libnanê, îstifaya xwe radestî Serokê hikûmetê Hesan Diyab kir.

Rêveberê Buroya Wezîrê Libnanê Hadî El-Haşim, duh ji dezgehên çapemeniyê re da xuyakirin ku Wezîrê Derve ji ber pêşneketina karê hikûmetê û bi taybet derveyî welêt, wê îstifaya xwe îro pêşkêş bike.

Berpirsiyarekî Wezaretê jî eşkere kiribû ku berî niha Nasîf Hettî ji ber nakokiyên wî yên bi Serokwezîrê Libnanê re, biryara îstifayê dabû.

Back to top button