Şerê hêzên hikûmeta Şamê û çeteyên dewleta Tirk a dagirker li Sûriyê dewam dike. Li herêma Hedade yê Cebel Ekrad ê bakurê Laziqiyê ji her du aliyan14 kes hatin kuştin. Li çolistana Hemayê jî di navbera hêzên hikûmetê û çeteyên DAIŞ de şer derket.
Şerê hêzên hikûmeta Şamê û çeteyên dagirkeriya Tirk li deverên cuda yên Sûriyê bê navber dewam dike
Vê sibê hêzên hikûmeta Şamê hewl dan çeperên çeteyan li herêma Hedade yê Cebel Ekrad ê gundewarê Laziqiyê yê bakur kontrol bikin.
Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku çeteyan rê li ber wan girt û pevçûnên tund rû dan.
Di encma pevçûnan de 9 leşkerên hikûmeta Şamê û 5 jî yên çeteyan hatin kuştin.
Her wiha hejmareke çete û leşkerên hikûmetê birîndar bûn.
Hêzên hikûmeta Şamê û çeteyên DAIŞ’ê êrîşî hev kirin
Li aliyê din jî şerê di navbera hêzên hikûmetê û çeteyên DAIŞ’ê de li çolistana Hemayê yê rojhilat dewam dike.
Çavdêriya Sûrî da zanîn ku li dorhêla gundê Cuwêyid ê çolistanê hêzên hikûmetê û çeteyên Daiş’ê bi çekên giran êrîşî hev kirin.
Derbarê kuştî û birîndaran de ti agahiyên zelal nehatin bidestxistin.
Hêzên bi ser Rûsyayê leşkerekî hikûmeta Şamê kuşt
Li Derayê jî, nakokiyên di navbera hêzên hikûmetê û hêzên bi ser Rûsya de bê navber dewam dike.
Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku hêzên bi ser Rûsyayê li herêma Şiyah a Derayê leşkerekî hikûma Şamê kuşt.