HPG’ê ragihand ku di çalakiya li Xakurkê de 2 leşkerên dewleta tirk a dagirker hatine kuştin.
Gerîlayên HPG/YJA Star li Heftanîn û Xakurkê li artêşa Tirk a dagirker xistin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser çalakiyên gerîla û êrîşên dewleta Tirk ev agahî parve kir:
20’ê Tebaxê li devera Pîrbila ya Heftenînê di navbera artêşa Tirk a dagirker û gerîlayan de şer qewimî.
Di vî şerî de gelek leşkerên dewleta tirk hatin kuştin.
HPG’ê diyar kir ku artêşa tirk a ji destê gerîla derbên giran xwarin di 21’ê Tebaxê ketin gundê Banike û Minînê û li gundê Banike agir berda hinek malên sivîlan.
20’ê Tebaxê di çaçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Ronya û Şehîd Bager de gerîlayan li dijî du wesayîtên leşkerî yên bi tîpa Rîo û Akreb ên 12 leşker ên Tirk li nav bûn çalakiyek pêk anîn.
Di encamê de, bi qasî hate zelalkirin 2 leşker hatin kuştin û 2 leşker jî birîndar bûn.
Artêşa tirk piştî çalakiyê û şûnde herêm û derdor bombe kir.