Hêzên Asayîşê yên Kampa Holê, pêşî li hewldana reva 8 jinên DAIŞ’î tevî 25 zarokan girt.
Çavdêriya Sûrî a Mafên Mirovan ragihand ku hêzên asayîşê 6 jinên DAIŞ’yên Sûrî û 2’yên Iraqî tevî 25 zarokên ku hewl didan ji Kampa Holê birevin girtin..
Di vê mehê de, Hêzên Asayîşê hewldana revê ya 9 jinên Rûsî tevî 11 zarokên wan têk biribû.
Li gorî daxuyaniyên berpirsên Kampê, ev jin dixwazin birevin û li herêmên di bin dagirkeriya Dewleta Tirk bi cih bibin..