Hêzên deryayî yên Hevpeymana Ereb drone û kelekeke bombebarkirî ya Hûsiyan li başûrê deryaya Sor rûxand.
Berdevkê Hevpeymanê Tirkî El-Malikî da xuyakirin ku Hûsiyan ev kelek ji bajarê Hedîde berda û ji dûr ve tê kontrolkirin.
El-Malikî da zanîn ku Hûsî, parêzgeha Hedîde kiriye cihê avêtina mûşek, dron û kelekên bombebarkirî û got:
“Ev kirin, gefek e li ser ewlehiya herêmî û navneteweyî.”
Hevpeymana Ereb duh jî droneke bombebarkirî ya Hûsiyan ku ber bi balafirgeha Ebha ya navneteweyî ya Siûdiyê ve hatibû berdan, rûxand.
Îmaratê jî, ev êrîş bi daxuyaniyekê şermezar kir û piştgiriya xwe ji bo ewlehî û gelê Siûdiyê anî zimên.