Girtiyên nexweş ên li ber mirinê berdidin

Li ser girtiyên di girtîgehên AKP’ê de, zextek mezin heye. Rêveberê Federasyona Komeleyên Piştevaniya Hiqûqî ya Malbatên Girtiyan a Med Mezopotamyayê Salih Tekîn destnîşan kir ku pirsgirêka girtiyên nexweş divê li derveyî nêrîna siyasî bi nerîna mirovî were çareserkirin..

Tekîn eşkere kir ” Dema girtiyên nexweş gihîştin ber mirinê, yan jî li girtîgehê jiyana xwe ji dest dan, hingî rayedarên pêwendîdar biryara berdanê didin.”

Tekîn got “Pirsgirêka girtiyên nexweş ti carî nebû yek ji rojevên bingehîn ên li Tirkiyê.
Bi dehan girtiyên nexweş hene ku nikarin rabin û bi tena serê xwe jiyana xwe bidomînin.”

Tekîn destnîşan kir ku “Ji ber ku saziyên mafên mirovan ên serbixwe nikarin li girtîgehan lêkolînê bikin, tenduristiya girtiyên nexweş bêhtir dikeve metirsiyê. “

Back to top button